Raport: Li Diyarbekirê 200 hezar xwendar ji perwerdehiyê bêpar man
Li Diyarbekirê ji aliyê Sendîkeya Perwerdehiyê ve derbarê bandor pandemiyê ya li ser perwerdehiyê de raportek hat parvekirin.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Sendîkeya Perwerdehiyê ve derbarê bandor pandemiyê ya li ser perwerdehiyê de raportek hat parvekirin. Di raportê de hat amajekirin ku seranserê cîhanê pandemiyê bandoreke neyînî li ser perwerdehiya %90ê zarokan kiriye li Tirkiyeyê jî herî zêde bandora neyînî zarokên Kurd dîtine.
Sendîkeya Perwerdehiyê Ya Şaxa Diyarbekir derbarê bandora pandemiyê ya li ser Perwerdehiya Serdema 2020-2021an de raportek ji raya giştî re parve kir. Di raportê de hat amajekirin ku ji 1 milyar û 600 milyonî zêdetir ê zarokan bi awayeke neyînî ji pandemiyê bibandor bûne ku ev yek %90ê zarokan e. Her wiha bal hate kêşan ku 10 milyon zarok hatine wê astê ku dest ji dibistanê berdin. Sekreterê Sendîkeya Perwerdehiyê yê Şaxa Diyarbekir Volkan Tûncer di aşkerekirina raportê de da zanîn ji berk u gelek zarok ji perwerdehiyê dûr man vê yekê rê li ber vekir ku zarokên karker zêde bibin.
Volkan Tûncer got: “Civînên ku bergirî nehatîn wergirtin, biryarên ji cîddiyetê dûr û qaşo qedexeya mezin a giştî ji rastiyên serdema pandemiyê dûr bûn. Pergala perwerdehiya bi rêya înternetê jî bi awayeke serkeftî nehat cîbicîkirin. Ev hemû bûn sedem ku 18 mehên perwerdehiyê yên serdema pandemiyê ji dest werin dayîn ku telafiya wê gelek zehmet e.”
Sendîkeya Perwerdehiyê di raportê de da zanîn, li Tirkiyeyê jî bandorên pandemiyê ji ber newekheviyê kurtir xwe da der ku wek mînak li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê ji 500 hezar xwendekaran 200 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bê par man ku Perwerdekar fesîh Zîrek dibêje ji xwe zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û ji ber ku bi tirkî perwerdehiyê dibînin bo wan dibe pirsgirêk. Li gel vê jî derfetên wan jî kêm bûn.
Perwerdekar Fesîh Zîrek ji K24ê re got: “Sedemên pirsgirêkên perwerdehiyê yên zarokên Kurdan yên dema pandemiyê de rû dayîn diyar in ku gelek zarok lig undan û gundewaran dijîn ku gihîştina înternetê û gihîştina amûrên teknolojiye ne pêkan e. Yên li bajaran dijîn jî rewşa wan a aboriyê ne baş e nikarin amûran dabîn bikin.”
Li gorî raportê li li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di navbera 21ê Îlona sala 2020an û 30ê Avrêla sala 2021an de 4 milyon xwendekar ji perwerdehiyê bêpar mane û raport balê dikêşe ku ev rêje daneya fermî ye û di rastiyê de rêje gelek bilindtir e ku ev yek dê di pêşeroja civakê de bi awayeke neyînî xwe bide der.