Rûsya 23 zarok ji kampeke Rojavayê Kurditanê vegerandin Moskoyê

Rûsya 23 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî ji kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê vediguhêze welatê xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya 23 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî ji kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê vediguhêze welatê xwe.

Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê ragihand, şandeke Rûsî gihîştibû Rojavayê Kurdistanê û ji bo wergirtina wan zarokên Rûsî, bi Nivîsgeha Pêwendiyan ya Rêveberiya Xweser re civiyabû.

Piştî civînê, Rêveberiya Xweser 23 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî ji kampa Roj radestî şanda Rûsî kirin.

Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê destnîşan kir, karê wan berdewam e ji bo wergirtina hemû zarokên DAIŞê yên Rûsî ji kampên Rojavayê Kurdistanê.

Rûsya ji demekê ve û li ser çend daneyan, zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî ji kampên Rojavayê Kurdistanê werdigire û hejmara zarokên ku ji kampan derxistine û veguhastine welatê xwe gihîştiye 205 zarokan.

Hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê di kampên Rojavayê Kurdistanê de hene, Rêveberiya Xweser jî bang li welatên cîhanê dike, welatiyên xwe vegerînin welatên xwe.