Firokeyeke Filipînê ket.. Heta niha 17 kesan canê xwe ji dest dane
Herî kêm 85 kes di firokeyê de bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke leşkerî ya Filipînê ket xwarê ku herî kêm 85 kes tê de bûn û heta niha 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Fermandarê Hêza Çekdar a Filipînê Cirilito Sobejana ragihand, firokeyeke ji cureya C-130 û ser bi hêzên asmanî ya Filipînê ve ye, îro demjimêr 11:30 li herêma Sulu ya li başûrê welat kete xwarê.
Sobejana diyar kir, bi kêmanî 85 efserên leşkerî ddi firokeyê de bûn û tîmên hawarhatinê karîne heta niha 40 efseran rizgar bikin.
Diyar kir jî, dema firoke hewl dida li firokxaneya grava Jolo dakeve xwarê, bûyer rû da û firoke şikest.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê ya Filipînê got, heta niha wan 17 terman derbixînin û pêşbînî kir ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.