Parêzgeha Hewlêrê ji bo “ava vexwarinê” hişyariyê dide

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji mamosteyên olî û dezgehên ragihandinê kir, di pirsa hişyarkirinê de, bi rola xwe rabin ji bo xelk bi awayekî zêde avê xerc neke.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir, di bikaranîna avê de destê xwe bigirin û zêde xerc nekin. Aşkere kir jî, parêzgeha Hewlêrê rûbirûyî hişkiyê dibe.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, her kesek avê bi neyasayî ji bo baxçeyan kişandibe, dê av li ser were birîn. Tekez kir jî, ew ji îro ve dest bi hilmeta nehîştina zêdegaviyên li ser avê dikin.

Omêd Xoşnaw got: “Em berpirs in ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji welatiyan re. Ji sedî 65 ji ava Hewlêrê ji bîran e, ji ber wê pêwîstiya me bi hilmeteke hişyariyê heye.”

Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji mamosteyên olî jî kir, di gotarên xwe daxwaza ji xelkê bikin ku zêdegaviyê li ser avê nekin û herwiha daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî kir, di pirsa hişyarkirinê de, bi rola xwe rabin ji bo xelk bi awayekî zêde avê xerc neke.