Brazîl bi ser Peru ket û gihîşt fînala Kopaya Amerîka
Hilbijardeya Brazîlê qehremana cîhanê 5 caran, hew dide nasnava Kopaya Amerîka ji bo cara 10emîn bi dest bixe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Brazîlê yekem bilêta yariya fînala Kobapayê Amerîka bi dest xist, piştî ku li ser xaka bi ser hilbijardeya Peru ket.
Hilbijardeya Brazîlyayê di qonaxa nîv-fînala Kopaya Amerîka de, îro berbangê bi encama 1-0 bi ser hilbijardeya Peru ket û gihîşt fînala vê qehremaniyê.
Gola Brazîlê di xuleka 35 de bi riya Lucas Paqueta hat tomarkirin, piştî ku Neymar derfeta golê jê re amade kir.
Bi vê serkeftinê Brazîl dê fînalê de rûbirûyî serkeftiya ji Argentîn û Colombiyayê bibe ku dê sibe berbangê bilîzin.
Hilbijardeya Brazîlê qehremana cîhanê 5 caran, hew dide nasnava Kopaya Amerîka ji bo cara 10emîn bi dest bixe, bi taybet ku ev qehremanî li ser xaka wê bi rê ve diçe.