Konsulê Îranê: Destê Îranê ne li pişt êrîşa li ser Hewlêrê ye

Konsulê Îranê li Silêmaniyê: Ewlehiya Herêma Kurdistanê ji me re girîng e.

Silêmanî (K24) – Konsulê Îranê li Silêmaniyê red dike ku destê welatê wî di êrîşa li ser Hewlêrê de hebe û ragihand, eger ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê têk biçe, ewlehiya Îranê jî dê têk biçe.

Konsulê Îranê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî di konfraseke rojnamevanî de ragihand, “Derbarê ew mûşekên ku pê êrîş li Hewlêrê hatiye kirin de, em bi tundî wan tometên li ser me red dikin û dibêjin ku Komara Îslamî ya Îranê ne li pişt avêtina wan mûşekan e."

Şûşterî got: “Ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê beşek ji ewlehiya Îranê ye. ewlehiya me bi hev girêdayî ye. Her cure nearamî li Iraqê hebe, dibe sedema nearamiya Îranê, berûvajî wê jî, her nearamiya Îranê dibe sedema nearamiya Iraq û Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in ku bi hişmendî û biryara herdu aliyan, em nearamiyê li ser sînorên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de nebînin.”

Konsulê Îranê li Silêmaniyê got jî: “Mixabin hin kiryarên teroristî li sînorê xwe û Herêma Kurdistanê dibînin ku ji aliyê hêzên li Herêma Kurdistanê bi cih dibin ve tên kirin. Em hêvîdar in bi biryara berpirsên Herêma Kurdistanê ti nearamî li ser sînor û li her du welatan nebînin. Bi tekezî, ewlehiya Herêma Kurdistanê ji me re gelekî girîng e.”