Serok Barzanî û Balyozê Hindistanê proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Hîndîstan li Iraqê Birender Singh Yadav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Hîndîstan li Iraqê Birender Singh Yadav kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Hîndîstan li Hewlêr Subhash C. Kain jî amade bû, Balyozê Hîndîstan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebat û rola Serok Barzanî ya li dîroka gelê Kurdistan û Iraqê de hebû û her wiha spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir.

Her di vê hevdîtinê de her du alî tekez li wê yekê kirin, rûbirûbûna terorê hewleke hemû aliyên cîhanî pêwîst e. Di dirêjahiya vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê mijareke din a vê civînê bû û her du aliyan hêvî xwestin ew peywendî di warên cûr bi cûr de bêne berfirehkirin.

Hêjayî gotinê ye, Balyozê Hîndîstanê ji bo malavayî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û Serok Barzanî ji bilî spasguzariyê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.