Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê koça dawiyê kir
Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûrî Nebiyêv li nexweşxaneyke Moskoyê koça dawiyê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûrî Nebiyêv îro di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyke Moskoyê koça dawiyê kir.
Yurî Şamil Nebiyêv 16/10/1953 li Teblîsî Paytexta Corgiya ji dayik bûye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, berê xwe dabû Moskoyê.
Yurî Nebiyên çalakvanekî Kurd ê Sovyeta berê bû û xizmeta doza rewa ya gelê xwe dikir. Yurî Nebiyên îro li nexweşxaneyeke Moskoyê ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.