Erdogan serdana Diyarbekirê dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekirê dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekirê dike. Di serdanê de Erdogan dê serdana malbatên ber deriyê HDPê ne bike, mîtîngekê li dar bixe û herwiha dê beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Kûrşûnlûyê bibe.

Di 9ê Tîrmehê roja înê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Diyarbekirê bike.Tê pêşbînîkirin ku Erdogan serdana malbatên ber deriye HDPê çalakiya rûniştinê de ne û zarokên wan tevlî PKKê bûne bike.

Erdogan dê di serdana xwe ya Diyarbekirê de li ber Parêzgariya Diyarbekirê mîtîngekê li dar bixe û tê mereqkirin ku gelo dê serokomar derbarê çareseriya pirsa Kurd de peyaman bide an na.

Di serdana xwe ya Diyarbekirê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê serdana navçeya Sûrê jî bike û li vê derê dê beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Kûrşûnlûyê bibe ku dê nimêja Înê jî li vê derê bike. Mizgefta Kûrşûnlûyê di dema şerê xendeqan a nav Sûrê de ji ber şer û pevçûnan rastî zirareke mezin hatibû û piştî pevçûnan ji restorasyonê jî derbas bibû.

Recep Tayyîp Erdogan dê di Keleha Navîn a Sûrê de li gel gêncên ku ji 81 bajaran hatine civînekê jî li dar bixe.

Erdogan herî dawî di sala 2019an de beriya hilbijartinên şaredariyan serdana Diyarbekirê kiribû piştî 2 sal û nîvan careke din dê were Diyarbekirê.