Îngiltra bo cara yekem digihe fînala UEFA EURO 2020

Hilbijardeya Îngiltrayê bi ser bi Hilbijardeya Denmarkê ket û ji bo cara yekem di dîroka xwe de gihîşt fînala UEFA EURO 2020.

UEFA EURO 2020
UEFA EURO 2020

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îngiltrayê bi ser bi Hilbijardeya Denmarkê ket û ji bo cara yekem di dîroka xwe de gihîşt fînala UEFA EURO 2020.

Şeva borî hilbijardeya Îngiltra û Denmarkê di qonaxa nîv-fînalê de li Stadiuma Wembley li Londonê rûbirûyî hev bûn û Îtalya bi encama 2-1 bi ser ket.

Dema orjînal a yariyê bi encama 1-1 bi dawî bû ku yarîzanê Denmarkê Mikkel Damsgaard gola hilbijardeya xwe di xuleka 30 de tomar kir, piştre jî di xuleka 39 de yarîzanê Denmarkî Simon Kjaer gol li dijî xwe tomar kir û encam wek hev kir.

Piştre her hilbijarde du demên zêde lîstin û Harry Kane gota serkeftina ya Îngiltrayê di xuleka 105 de tomar kir.

Bi vê serkeftinê, hilbijardeya Îngiltrayê ji bo cara yekem digihe fînala UEFA EURO 2020 dê di fînalê de rûbirûyî hilbijardeya Îtalyayê bibe.

Yariya fînala UEFA EURO 2020 roja Yekşema bê 11 Tîrmehê li Stadiuma Wembley li Londonê birêve diçe.