Çelîk tometên Amerîka red dike: Tirkiye zarokên biçek nake

Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nav lîsteya welatên ku zarokan çekdar dikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk rexneyên tund li Amerîka girtin ku di raportekê de Tirkiye bi çekdarkirina zarokan tometbar dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nav lîsteya welatên ku zarokan çekdar dikin. Ev cara yekem e ku hevalbendek NATOyê di nav lîsteyeke wisa de cih digire.

Di wê derbarê de Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Desteya Rêveberiya partiya xwe de got: “Di raporta Bazirganiya Mirovî ya Amerîkayê de, Tirkiye tê tawanbarkirin. Tirkiye ti caran zarokên çekdar, zarokên terorîst bikar neaniye. Di vê mijarê de dewleta herî paqij, Tirkiye ye. Yan agahiyên wan kêm in, yan jî niyaza wan xirap e.”

Çelîk got jî: “Hemû alî dizanin, yên zarokan wek çekdar bikar tînin, PKK-YPG ne. her wiha DAIŞ e. Bi raportê Netewên Yekgirtî diyar bû ku zarokên çekdar herî zêde PKK-YPG bikar anîne. Lê Tirkiye bêbingeh hatiye tawanbarkirin û behsa YPG-PKK nakin.”