Li Qamişlo jinek bi guleyeke “şahiyê” hat kuştin

Jineke Efrînî ya koçber li bajarê Qamişlo bi guleyeke xweşiya serkeftina di ezmûna xwendinê de hate kuştin.

Zozan Ehmed Elî
Zozan Ehmed Elî

Navenda Nûçeyan (K24) – Jineke Efrînî ya koçber li bajarê Qamişlo bi guleyeke xweşiya serkeftina di ezmûna xwendinê de hate kuştin.

Duhî ku encamên ezmûnên xwendekarên bekeloryayê derketin, hejmarek ji welatiyên ji şahiya serkeftina kurên wan, gule avêtin, di encamê de jî jineke Efrînî ya bi navê Zozan Ehmed Elî bi guleyekê hat kuştin.

Li gor çalakvanan, Zozan Ehmed Elî 29 salî û  ducanî bû û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji Efrînê koçberî Qamişlo bûbû.

Canjidestdana Zozan Ehmed Elî kavedaneke nerazîbûnê ya mezin li tora civakî li pişt xwe anî û çalakvan daxwaz ji Rêveberiya Xweser, Desteya Hundin û hêzên ewlekariyê kirin, li hemberî diyardeya avêtina guleyên şahiyê derkevin û sînorekê ji belavbûna çekan di nava xelkê de deynin.

Çalakvan dibêjin, ev bûyer ne ya yekem û ne ya dawiyê ye, ji ber wê divê kesên guleyan davêjin werin cezakirin, ji bo sivikatiyê bi jiyana xelkê nekin.