Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du peyamên sersaxiyê arasteyî du parlamenteran kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî parlamenter Celal Mihemed ji ber koça dawî ya dayîka wî û herwiha peyamek jî arasteyî parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî kir ji ber koça dawî ya bavê wê.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parlamenter Celal Mihemed
Mixabin min nûçeya koça dawî ya dayîka we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wê bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî
Mixabin min nûçeya koça dawî ya bavê we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê