Li Qeladizê 4 kesan di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dan
Rêveberiya Polîsê Raperînê ragihand; li gundê Şêx Awdelan otomobîlek ji kontrolê derket.
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Polîsê Raperînê ragihand; duh bi şev li gundê Şêx Awdelan ê ser bi bajarokê Helşo yê li navçeya Pişderê (Qeladizê) otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku ew çar kesên jiyana xwe ji dest dan, hemû endamên du malbatan in û nişteciyên taxên Raperîn û Aştiyê ne.
Rêveberiya Polîsê Raperînê eşkere kir ku du kes ji wan kurên şofêr in û du kes jî di bûyerê de bi sivikî birîndar bûne.
Piştî bûyerê hêzên polîsê hawarçûnê yên Pişderê û polîsê binkeya Helşo demildest çûne cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku dosyeya lêpirsîna li ser bûyerê hatiye vekirin û lêpirsîn berdewam e.