Hevpeymaniya Navdewletî: Me li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan grûpek pêk anî
Fermandarê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê yê li Herêma Kurdistanê David William li ser êrîşên mûşekî û dronan diyar kir: “Me li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan grûpek pêk anî.”
Hewlêr (K24) – Fermandarê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê yê li Herêma Kurdistanê David William li ser êrîşên mûşekî û dronan diyar kir: “Me li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan grûpek pêk anî.”
David William beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û li ser sîstema berevanî ya li Herêma Kurdistanê ragihand: “Hinek sîstemên me yên berevaniyê li binkeyên me yên serbazî yên li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dronan hene û em ligel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina wan êrîşan hemû hewldanan didin, bi awayekî ku eger pêwîst bike, beriya êrîş were encamdan, em rûbirûyî wan bibin.”
Li ser pirsa "Gelo çima Hewlêr dibe armanca êrîşan?", David William got: “Birastî ew êrîşî her kesî dikin, ne tenê li Hewlêrê, li hemû Iraqê êrîş dikin, lê belê ew dixwazin bi rêya van êrîşan zextê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, da ku vê hevpeymaniya 30 salî ya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê têk bibin. Ew dizanin em birayên hev in, em bi hev re kar dikin û pêwendiyeke me ya baş ligel hev heye û piraniya xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze em li vir bimînin, lê bila bawer bikin, ew nikarin bi çend mûşek û dronan, vê pêwendiyê têk bibin.”
Fermandarê Navenda Hemahengiya Hevbeş a Hêzên Hevpeymanan li ser aliyê berpirsê van êrîşan destnîşan kir ku komên milîs li paş van êrîşan in û tekez kir ku bersiva li hember van êrîşan ji aliyê Washingtonê ve tê dayîn û mafê wan tenê ew e ku berevaniya xwe bikin û got: “Ji hefteya borî heta niha 11 êrîş li ser me hatine kirin, lê me tenê berevaniya xwe kir.”
Li ser hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo hêzên Pêşmerge, David William diyar kir ku hevkariyên wan ji bo Pêşmergeyê Kurdistanê didomin.