Wezîra Kar: Kabîneya Nehem li ser bingeha çaksaziyê hat damezirandin
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê radigihîne, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha çaksaziyê hat damezirandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê radigihîne, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha çaksaziyê hat damezirandin û wan jî di wezareta xwe de dest bi vê proseyê kirine û rûtîn nehîştine.
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Kiwîstan Mihemed ji K24ê re ragihand, Kabîneya Nehem li ser bingeha çaksaziyê hatiye damezirandin, ji ber wê wan di wezareta xwe de komek çaksazî kirine.
Got jî: “Li Rêveberiya Giştî ya Wezareta me li bajarê Helebce jî me dest bi çaksaziyê kiriye û me hemû kar bi rêk xistiye û rûtîn nehîştiye, ji bo welatî rastî pirsgirêkan nebin.”
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî diyar kir: “Ewa destpêkê me kar li ser kiriye, mûçeya kemendam û kesên astengdar e. Me mûçeyên wan veguhastiye bankê, ji ber ku ji bo ev yek asankarî ye û gendelî jî tê de nabe.”
Ragihand jî: “Li Helebce ji bilî ku me rûtîn nehîştiye, me çaksazî di sazî û dezgehên xwe de kirine û me navendeke rahênana pîşeyî jî vekiriye, her îro jî me girêbesta dirustkirina navenda otîzmê û rahênankirina kesên astengdar bi kompanyayekê re îmze kir.