Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî 4 milyar Dînar ji bo pêşxistina projeyeke avê li Silêmaniyê terxan dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 3 milyar û 850 milyon Dînar ji bo pêşxistina projeya veguhastina avê ji Dokanê bi bajarê Silêmaniyê terxan kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 3 milyar û 850 milyon Dînar ji bo pêşxistina projeya veguhastina avê ji Dokanê bi bajarê Silêmaniyê terxan kir.
Wezareta Şaredariyê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 3 milyar û 850 milyon Dînar ji bo pêşxistina projeya veguhastina avê ji Dokanê bi bajarê Silêmaniyê terxan kir. Pere jî bi awayekî nextî li ser budceya weberhênanê qonax bi qonax tê xerckirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, dê mehane 200 ta 250 milyon Dînar ji bo wê projeyê bê xerckirin.
Destnîşan kir jî, xerckirina wan pereyan di çarçoveya planeke Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştûguzar de ye, ji bo pêşxistina projeyên ava vexwarinê. Di heman demê de jî nêzîkî 2 milyar Dolar ji bo projeyên xizmetguzariyê li bajarê Hewlêrê tên xerckirin.