Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 11.07.2021 pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 11.07.2021 pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino kir.
Di hevdîtinê de ku Robert Waller Konsulê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasî ya Herêmê hatin guftûgokirin.
Her di vê hevdîtinê de Konsulê nû yê Amerîka tekezî li wê yekê kir ku welatê wî xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêz e û Amerîka herdem rêz ji bo îrade û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand, Amerîka bi dilgiranî temaşa gefa siyasî û emnî ya li ser Iraqê dike.
Her di vê civînê de tekezî li ser prensîpên pêkvejiyan, azadî û wekheviyê hate kirin, wek bingehek ji bo aramî û geşkirinê.
Li dê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda Konsulê berê yê Amerîka li Hewlêrê kir û di heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Amerîka di erk û karên wî de xwest.