Bafil Talebanî û medyaya YNKê navê “hevserok” radikin

Medyaya fermî ya YNKê û Bafil Talebanî bi xwe jî, navê xwe ji Hevserok bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê guhartiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bûyerên çend rojên borî yên di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, niha medyaya fermî ya YNKê û Bafil Talebanî bi xwe jî, navê xwe ji hevserok bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê guhartiye.

Li gor dawî daxuyaniya fermî ya Bafil Talebanî ku piştî Kongreya Çarem a YNKê, wek hevserok dida nasîn, ji îro ve postê xwe guhartiye û kiriye Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.

Ev jî piştî bûyerên çend rojên borî yên di nava YNKê de tê ku biryara guhartina berpirsên dezgeha Zanyarî û dezgeha Dijeterora YNKê hat dayîn û Bafil Talebanî bi xwe serperiştiya van guhartinan kir.

Di daxuyaniyekê de jî ku bi boneya hevdîtina Bafil Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Nesir a Iraqî Heyder Ebadî hat dayîn, tê de hat: “Em dixwazin navmala Kurdî rêk bixin û nêrîna me ya hevbeş li ser pirsan hebe, bi hev re Kurdistanê ber bi kenarê aramî û ewlehiyê ve bibin, ji bo wê jî pêwîstiya me bi bira û hevalên me yên ji hêzên Şîe, Sune û tevahiya aliyên din heye ji bo piştevaniya me bikin û bi hev re welatekî dezgehî ava bikin û giyanê lêborîn û pêkvejiyanê vejînin. Ev siyaseta ku YNKê peyrew dike ye.”

Hejmarên Bafil Talebanî yên Facebook û Twitter