Li Diyarbekirê du ciwan ji paşmayên daran berhemên nû çêdikin
Diyarbekir (K24) – Yûnis Çîçek û Muharem Cevîz, li dîrekxane ango xîzarxaneya daran a Diyarbekirê wek karê rojane barmayiyên daran paqij dikin. Lê niha li gel wî karê xwe, ji wan bermayiyên daran berhemên balkêş çêdikin û berhemên wan jî gelek balê dikşînin.
Li Diyarbekirê du xebatkarên ku li ciyê kargehên xizarxaneyên daran bermayiyan paqij dikin, li ser wan bermayiyan hunera destên xwe diceribînin û baldarîya ku ji bo wan berheman tên nîşandan, ji bo wan jî pişeyeke nû kiriye. Yunis Çîçek û Muharem Cevîz, niha piştî ku wan bermayiyên daran paqij û berhev dikin, dor tê bi hunerên destên xwe teşedayîna wan bermayiyan.
Yunis Çîçek tîne ziman ku bi salan e ew li dîrekxaneya Diyarbekirê darên ku ji ber keresteyan dimînin an jî ji bo keresteyan guncav nîn in berhev dikin. Lê rojek li ser hin ji wan bermayiyan ceribandinan dikin û dibînin ku berhemên derdikevin holê gelek balê dikşînin.
Yunis Çîçek ji K24ê re got: “Fikra çêkirina van berheman wiha çê bû: em bermayî û darên ku ji bo kereste û berhemên ku xîzarxane çêdikin guncav nîn in û kêr nayên berhev dikin. Me li ser wan dar û bermayiyan ceribandinan kir, wisa berdewam kir û di destpêkê de me qenepeyekî çêkir, piştî ku me teşe da çend daran, bala welatiyan kişand. Hineka wêneyan kişand, pirsa fiyetên wan kirin û bertekên baş hatin nîşandan. Me di destpêkê de ji bo ku dahateke madî bi dest bixin nekir, wek kêfî me dest pê kir, lê piştî ew qas baldarî êdî em jî dibêjin, wek karekî jî em dikarin bikin.”
Baldariya welatiyan û bi derfetê înternetê di demeke kurt de, berhemên herdû xebatkarên li dîrekxaneya Diyarbekirê tên nasîn û niha ji bo siteyên xaniyan gelek kes daxwaza berheman ji wan dikin
Mûharem Cevîz jî balê dikşîne ku wan bi karên rojane debara xwe dikir û ew jî 20-25 sal in ku li dîrekxaneyê xurdeyên daran berhev dike, lê bi vê projeyê, hem ew hem jî Yûnis bi hêvîn e ku karê xwe bikin û pê debara xwe bidest ve bînin.
Mûharem Cevîz dibêje: “Karê min xîzar e, ez diçim li der ve daran dibirim. Êdî emê ji bo xwe daran bibirin. Yûnis hevalê min e û fikreke wî ya wiha hebû. Niha em bihevre alîkariya hev dikin. Me van berheman çê kir, gelek baldariyeke baş heye, mişterî jî hene. Li gor daxwaza mişteriyan tiştên çewa dixwazin em jî wisa çê dikin û bo wan dibin.”
Yunis Çîçek û Muharem Cevîz şiyan û hosteyiyên xwe berhev anîne û êdî karekî nû pêkve dikin. Herdu karkerên ku ji zarokatiya xwe ve bi daran re bilî bûne, êdî li kargeha xwe berhemên xwe hildiberînin û difiroşin.