Hikûmeta Herêmê bênvedana Cejna Qurbanê diyar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Cejna Qurbanê û rojên bênvedanê diyar kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Cejna Qurbanê û rojên bênvedanê diyar kirin.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, roja 20ê Tîrmehê roja Cejna Qurbaniyê ye û rojên 20, 21 û 22 Tîrmehê rojên bênvedanê ne.
Li gor daxuyaniyê jî, ji bilî wan rojan, rojên 18 û 19ê Tîrmehê jî wek rojên bênvedanê hatine ragihandin.