Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke DAIŞê belav dike

Çekdarên DAIŞê bi niyaz bûn zincîreyeke kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke çekdarên DAIŞê belav dike ku bi niyaz bûn berî Cejna Qurbanê zincîreyeke kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê bikin.

Ev grûp ji 5 kesan pêk tê û hemû jî Ereb in û ji navçeyên cuda ên Iraqê ne. Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Dijeterora Kurdistanê çend planên  wê grûpa teroristî ya DAIŞê li Hewlêrê pûç kirin.

Di daxuyaniyê de hat; “Grûpeke terorist ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ve hat desteserkirin ku plana wan hebû, berî Cejna Qurbanê li nava bajarê Hewlêrê çend kiryarên teroristî pêk bînin û avahiya Parêzgeha Hewlêrê û cihekî din ku kesên biyanî lê hebin, di armanca wan de hebûn.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ewlehiya giştî ya grûpa terorist DAIŞê, ev grûpa teroristî ji destpêka îsal ve çalak kiriye û ferman daye wê ku kiryarên teroristî li bajarê Hewlêrê pêk bînin û ev grûp bi (çavdêrîkirin, wênegirtin û plandanîn) çend cihan li Hewlêrê hatine rasperdin.”

Aşkere kir jî, “Yek ji wan cihan, avahiya Parêzgeha Hewlêrê bû ta ku bi riya çend kesên xwekuj kiryara teroristî pêk bînin, lê bi hewl û çavdêriya tîmên Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê û Rêveberiya Asayişa Hewlêrê hatiye karîn ku endamên vê grûpê berî pêkanîna kiriyarên teroristî, li nava bajarê Hewlêrê werin desteserkirin û planên wan werin pûçkirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê dilniya dike ku Dijeterora Kurdistanê û hêzên ewlehiyê her dem çavvekirî ne û amade ne serî, mal û giyanê xelkê û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her gef û metirsiyekê biparêzin.