Hewlêr xwe ji bo pêşwazîkirina geştyaran amade dike
Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ragihand; ji bo rojên Cejna Qurbanê amadekarî hatine kirin.
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ragihand; ji bo rojên Cejna Qurbanê amadekarî hatine kirin, da ku pêşwazî li geştyarên bajarên naverast û başûrê Iraqê yên ku berê xwe dane deverên geştyariyê yên Hewlêrê, bikin.
Hat ragihandin ku bi hemahengiya ligel navçe û nahiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê, lijneyeke taybet hatiye pêkanîn, ji bo şopandina pêwîstiyên geştyaran, dabînkirina ava vexwarinê ji bo wan, belavkirina hejmarên telefonên tîmên taybet ên geştûguzariyê, da ku di dema çêbûna her astengiyekê de alîkariya geştyaran bikin.
Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê eşkere kir ku çendîn atbloyên agahdarkirinê ji bo geştyaran amade kirine ji bo hêsankariya li cihên geştyariyê.
Herwiha tîmên taybet ên hawarçûnê û tîmên avjeniyê û çavdêrîkirina buha û şopandina rewşa geştyaran ji aliyê tendirustiyê ve berevaniya şaristaniyê ve.