HSDê 10 terorist li rojavayê Dêrazorê desteser kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 10 çekdarên şaneyên DAIŞê li gundewarên rojavayê Dêrazorê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojavayê Dêrazorê dest bi operasyonekê kirine.
Diyar kir jî, li gundên El-Cinênê û El-Hisan û mezreyên li derdora wan 10 çekdarên şaneyên DAIŞê û dest danîn ser hejmare çek û cebilxane.
Destnîşan kir jî, Di operasyonê de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Yekîneyên DijeTerorê beşdar bûn.
HSD dibêje, ew bi biryar in şaneyên terorê ji kokê ve hilbikin û herêmê ji gef û metirsiyên wan xilas bikin. Herwiha bang li welatiyan kir jî, bi hêzên wan re hevkar bin ta ku aramî û ewlehiyê cibicî bikin.