Belçîkayê jenosîda Kurdên Êzidî nas kir
Parlamentoya Belçîkayê bi piraniya dengan komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir.

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Belçîkayê bi piraniya dengan komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir û ji hikûmeta welatê xwe daxwaz kir ku alîkariya vegera Kurdên Êzidî bo cih û warên wan bike.
Parlamentoya Belçîkayê îro pêncşemê ji bo pesendkirina projeyasaya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî civiya û bi piraniya dengên parlamenteran komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê rêxistina DAIŞê bûbûn qurbanî, weke jenosîd qebûl kir.
Herwiha parlamento ji hikûmeta Belçîkayê daxwaz kir ku alîkariya Êzidiyan were kirin, da ku vegerin cih û warên xwe.
Parlamentoyê eşkere kir ku divê alîkariya wan kesan were kirin ku rûbirûyî tundiyê bûne û dibêje: “Nabe ti tawanbarek rizgar bibe, bi taybetî li Iraq û Sûriyê.” Herwiha parlamento daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike.
Di mehên Sibat û Adara sala 2020an de, şandeke Belçîkayê bi serokatiya Endamê Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê George Dalaman, Serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê ya Fransa û Belçîkayê û hejmarek rojnamevanên Belçîkî û Fransî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û qurbaniyên Êzidî civiyabûn û ji nêz ve agahdarê rewşa awareyên Êzidî bûbûn li kampên Herêma Kurdistanê.
Piştre hejmarek parlamenterên Belçîkayê pêşniyara nasîna jenosîda Êzidiyan û alîkarîkirina wan pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kiribûn, piştre di Çileya îsal de ew pêşniyar li Parlamentoya Belçîkayê hatibû gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di 6ê vê mehê de Parlamentoya Holandayê jî bi piraniya dengan komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê rêxistina DAIŞê, weke jenosîd nas kiribû.