Li Efrînê êrîşên mûşekî: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan êrîş hatin kirin û di encama êrîşan de welatiyên sivîl bûn qurbanî.

wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan êrîş hatin kirin û di encama êrîşan de welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand ku di êrîşan de çend mûşek li taxa Zêdiyê û li taxa Bûbenne ketine û di êrîşan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan zarok e û 10 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku navên kesên di êrîşan de birîndar bûne ev in; Mesûd Reşîd Husên (40), Mistefa Cume Samir (9), Mihemed Elî Wamûne (60), Selwa Heyder Wamûne (30), Yasîn Umer Xalid (30), Salî Şêx Nisan (18), Imad Usman Mistefa (40), Mihemed Yûsif Taha (35), Ziyad Umer Husên (35) û zarokek navê wî nayê zanîn.

Herwiha hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên girêdayî wê jî îro gundên Mirenaz, Eyn Deqne, El Elqemiye û Balafirgeha Minix a serbazî yên li herêma Şehbayê topbaran kiribûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn rû didin û êrîşên mûşekî têne kirin, di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.