Li Diyarbekirê erdhej çêbû!

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû.

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Erxenî ya Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pile erdhej çêbû.

Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku di demjimêr 11:44an de li navçeya Erxenî ya Diyarbekirê bi pileya 4 erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej 13,80 kîlometre di bin erdê de çêbûye.