Mezlûm Ebdî ji bo goristana li Efrînê bang li cîhanê kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) General Mezlûm Ebdî wêne û dîmenên goristana endamên YPG, YPJ û sivîlan parve kir û got: “Dawî li vê qirkirinê bînin.”
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) General Mezlûm Ebdî wêne û dîmenên goristana endamên YPG, YPJ û sivîlan parve kir û got: “Dawî li vê qirkirinê bînin.”
General Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya Twitterê wêne û dîmenên goristanê belav kir û ragihand: “Hêzên dagirker ên tirk, goristana şehîdên me vekiriye û jê derxistiye. Bi berevajîkirinê wek ‘gora komî’ pêşkêşî raya giştî ya dinyayê kiriye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku tavilê vê qirkirinê bi dawî bikin û ji bo Efrîn û şêniyên wê ji sûcên şer û sûcên dij mirovane werin parastin bikeve tevgerê.”
Roja Çarşemê ajansa fermî ya Tirkiyê nûçeyek belav kir û ragihand; li Taxa Nû ya bajarê Efrînê, 35 term di gorekê de hatine dîtin.
Di wêne û dîmenên ku wê ajansê belav kirine, tê dîtin ku term bi awayekî rêkûpêk û kefenkirî di nava kîsekê de ne û ne weke termê di nav gorên bi kom de ne ku term li ser hev di nav gorekê an çalekê de tên veşartin.