Serbest Lezgîn: Liv û tevgerên DAIŞê li deverên Kurdistanî metirsîdar in

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand; DAIŞ li piraniya deverên Kurdistanî di çalakiyê de ye, bi awayekî şev tune ye ku êrîşî hêzên Iraqê neke, ev jî bûye metirsiyeke cidî.

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand; DAIŞ li piraniya deverên Kurdistanî di çalakiyê de ye, bi awayekî şev tune ye ku êrîşî hêzên Iraqê neke, ev jî bûye metirsiyeke cidî.

Serbest Lezgîn destnîşan kir ku ji bo ev metirsî mezin nebin li asta bilind a Herêma Kurdistanê û Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî jî di wê baweriyê de ne ku eger hemahengiya baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bikin, dikarin vê metirsiyê ji holê rakin.

Lezgîn eşkere kir: “Her ku diçe metirsiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî zêde dibin, li devera Hemrîn, Xaneqîn, Guleco, li başûrê Kerkûkê û Qereçûx û rojavayê Mûsilê şaneyên razayî yên DAIŞê bi awayekî berdewam liv û tevgerên wan hene û çekdarên wan kiryarên serbazî dikin, wisa bûye ku her roj çekdarên DAIŞê kiryaran encam didin, ku di rastiyê de ev metirsî ye.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge herwiha diyar kir ku ji bo rêgirtina li vê metirsiyê, Hevpeymaniya Navdewletî jî di wêbaweriyê de ye ku hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge di hemahengiyeke baş de bin.

Fly Erbil Advertisment