Li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê hat tomarkirin
Wezîrê Tendirustiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di konfernaseke rojnamevanî de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1985 kes wek hilgirên Koronayê hatin tomarkirin û 19 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.
Dr. Saman Berzincî got: “Nexşeyên analîzê ji me re dibêjin ku rewş metirsîdar e, nexşe ji rengê porteqalî ber bi sor ve diçe û em hêvî dikin ku negihe rengê sor.”
Got jî: “Bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê, bi cejna Qurbanê re hevdem e, di van rojan de jî tenê norîngehên hikûmî vekirî ne, ji ber wê tê pêşbînîkirin ku hejmara pêketiyan ji vê zêdetir bibe. Di heman demê de jî, em di Wezareta Tendirustiyê de ji çûnûhatin û tevgera cejnê jî nîgeran in eger welatî pabendî rêkarên tendirustiyê nebin.”
Herwiha Wezîrê Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir ku di rojên cejnê bê de xwe biparêzin û têkelî hev nebin û xwe ji qerebalixiyê dûr bixin.