Li Enqerê êrîşî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn
Li navçeya Altindag a Enqereya paytexta Tirkiyê malbateke Kurd rastî êrîşekê hat.
Enqere (K24) – Li navçeya Altindag a Enqereya paytexta Tirkiyê malbateke Kurd rastî êrîşekê hat.
Nûçegihanê K24ê ragihand; malbateke Kurd ji ber ku li ser erdê xaniyê wan paşmahiyên qurbanê mane, bertek li kesên ku qurbanê serjê kirine nîşan dane û ji ber vê bertekê êrîşî wan hatiye kirin.
Di destpêka bûyerê de endamekî malbata Kurd rastî êrîşa bi bivir hatiye û piştre bi çekan êrîşî wî kirine û ew birîndar kirine.
Ji heman malbata Kurd 3 kesên din jî rastî êrîşê hatine û birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji wan 4 birîndaran rewşa 2 kesan giran e.
Kesên ku birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û ji bo 2 kesên ku bi giranî birîndar bûne, dest bi neştergeriyê hatiye kirin.
Halit Boztaş ku di êrîşê de 3 kurên wî birîndar bûn, ji K24ê re ragihand; du car êrîş li wan hatine kirin û cara duyem nêzîkî 150 kes di êrîşê de cih girtine.
Boztaş diyar dike ku li wî bajarî bi salan e rastî êrîşên devkî û gefan tên.