Vîrûsa Delta li Bakurê Kurdistanê zêde belav dibe

Pijîşkekî Pispor jî dibêje, Tirkiye niha di nav pêla çaremîn de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Vîrûsa ji cureya Delta li Bakurê Kurdistanê belav dibe. Pijîşkekî Pispor dibêje, Tirkiye niha di nav pêla çaremîn de ye.

Li gor bajarên Tirkiyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya wergirtina welatiyan a vaksînê kêm e. Di serî de Riha, Mêrdîn, Mûş, Diyarbekir û Çawlîg tên. Herwiha rêjeya pêketiyan jî li heman bajaran zêde ye.

Li gor agahiyan, du qatên nexweşxaneya Çewlîgê ji bo nexweşên Koronayê hatine veqetandin û rêjeya tijîbûna nexweşxaneyê sedî heştê derbas kiriye.

Li aliyê din, pijîşkê Pispor; Prof. Dr. Îsmaîl Cînel da xuyakirin, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêla çaremîn heye û sedî 59 ê nexweşên giran, ji kesên vaksîn wernegirtine pêk tên.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Gihandinê yê Brîtanyayê Grant Shapps da xuyakirin, Tirkiye datayên Koronayê li gor pîvanên navneteweyî tomar nake, ji ber vê ji lîsta sor naye derxistin.

Fly Erbil Advertisment