Şukran Bilal.. Xweza, kelepûr û jiyana Efrîniyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekara Kurd a ji bajarê Efrînê Şukran Bilal, zêdetir ji 50 salî ye bi tabloyên xwe jiyana Efrîniyan, kelepûr û xwezaya wê belge dike.
Şêwekar Şukran Bilal, ji hunermendên pêşîn e yên ku li Rojavayê Kurdistanê dest bi vî warê hunerê kirine. Şukran Bilal ji dayikbûna sala 1954an e û di zaroktiya xwe de, di sala 1966an de bi tabloyên xwe beşdarî di Pêşangeha Zarokên Cîhanê li Îtalyayê kir û xelatek jî jê wergirt. Herwiha yekem pêşngeha xwe ya bi tenê jî sala 1971an li Efrînê vekir.
Şêwekar Şukran Bilal Peymangeha Fethî Mihemed a Şêwekariyê li Helebê xwendiye û derçûya fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Helebê ye. Herwiha ew endama Akademiya Navdewletî ya Huner û Zanistan û Wêjeyê ye. Wê beşdarî di gelek pêşangehên şêwekariyê li Heleb, Beyrût, Parîs. Antakya û Diyarbekirê kiriye û gelek xelatên navxweyî û navdewletî wergirtine.
Li gor şarezayên vî warê hunerê, Şukran Bilal di tabloyên xwe de zêdetir girîngiyê dide xweza û folkora jîngeha tê de dijî û bi taybet jin û zarokan ku êş, xem û hêviyên wan ên berdewamiya di jiyanê de derdibirîne. Şukran Bilal wê gotinê diçespîne “hêsanî, rehenda kûr a her karekî hunerî ye.”