Messi ligel Paris Saint Germain gihişte rêkeftinê
Lionel Messi û Paris Saint Germain li hev kirin û Messi gihişte Parîsê.
Navenda Nûçeyan (K24) - Lionel Messi û Paris Saint Germain li hev kirin û Messi gihişte Parîsê.
Messi û Paris Saint Germain rêkeftinek îmze dikin û Lionel Messi bi peymana dirêjahiya du salan bi mûçeya salane 35 milyon euro pêwedî bi tîma fransî dike.
Beriya çend demjimêran Lionel Messi gihişte Parîsê.
Hat ragihandin ku Neymar hejmara 10 pêşkêşî Messi kiriye, lê wî red kiriye û di navbera 19 û 30 de yek ji wan dê hilbijêre.
Lionel Messi ligel Barcelona 778 maç lîstin, 672 gol û 305 asîst tomar kirin û 6 xelatên topa zêrîn bi dest xistin.