Pişka Kûpaya Neteweyên Afrîkî 2021.. Rûbirûbûnên dijwar
Navenda Nûçeyan (K24) – Pişka qehremaniya Kûpaya Neteweyên Afrîka (CAF) 2021 hate kişandin û hilbijardeya neteweyî ya Misrê li kêleka Nigeria û Sûdanê ket nav komeke dijwar.
Biryar e qehremaniya Kûpaya Neteweyên Afrîka 2021 di meha Çileya 2022an li Kamîronê were lîstin, duhî di merasîmekê de pişka komên wê li Yaounde Paytexta Kamîronê hatin kişandin.
Di merasîmê de, komek stêrkên topapê yên Afrîkî, wek Samuel Eto'o, Rabah Madjer, Gyan Asamoah û Didier Drogba amade bûn.
Li gor pişkê, komên qehremaniya Kûpaya Neteweyên Afrîka 2021 wiha ne:
Koma (A): Kamerûn - Burkina Faso - Etiyopya - Cape Verde
Koma (B): Senegal - Zimbabwe - Gîne - Malawî.
Koma (C): Mexrîb - Gana - Comoros - Gabon.
Koma (D): Nîjerya - Misir - Sûdan - Gîne -Bissau.
Koma (E): Cezayir - Sierra Leone - Gineya Ekwatori - Cote d'Ivoire.
Koma F (F): Tunis - Malî - Morîtanya - Gambiya.