TMO: Desteya Parastina Cihên Dîrokî, şûnwaran naparêze
Diyarbekir (K24) – Jûra Endezyarên Avahîsazan (TMO) ya Diyarbekirê ragihand, Desteya Parastina Şûnwarên Dîrokî ya bajarê Diyarbekirê, wan cihên ku divê biparêze naparêze û ji bo têkbirinê peşkeş dike.
Hevseroka Jûra Endezyarên Diyarbekirê Selma Aslan ragihand, li Deşta Licê ya navçeya Diyarbekirê şûnwarê dîrokî ku wek Bajarê Antîk yê Dakyanûs tê nasîn ji bo qerekol lê çê bibe destûr hatiye dayîn û piştî ku TMMOB’ê doz vekiriye jî dadgeha Diyarbekirê çêkirina avahiyan li wê deverê betal kiriye.
Aslan anî ziman ku divê desteya parastinê hîç rê nedaye ku ew xebat bên dest pê kirin, lê divê raya giştî jî bizane ku endezyarên li Diyarbekirê, nirx û bermayiyên dîrokî diparêze û daxwazî hat kirin ku demildest biryara dadgehê jî bê bicîh kirin.
Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku Desteya Parastinâ ciyên parastî naparêze û gelek caran biryar û destûrên wiha yên der zagonî û berovajî peywira xwe dide.