5 bircên din ên Sûrên Diyarbekirê tên nûjenkirin
Li Kela Diyarbekirê projeyên nûjenkirinê ku salekê berê dest pê kiribûn, bi nûjenkirina 5 bircên din berdewam dike.
Diyarbekir (K24) - Li Kela Diyarbekirê projeyên nûjenkirinê ku salekê berê dest pê kiribûn, bi nûjenkirina 5 bircên din berdewam dike. Endezyarên avahîsazî jî radigihînin ku xwedîlêderketin û parastina mîmarî û şûnwarên dîrokî girîng e, lê divê li gor rêbaz û pîvanên wan berhemên dîrokî nûjen kirin bê kirin.
Li Kela Diyarbekirê bircên li meydana Şêx Seîd jî di nav de 5 bircên li 3 xalên cuda tên nûjen kirin. Projeyên nûjenkirina birc û kela Diyarbekirê ji aliyê saziyên sivîl û pisporî ve jî erênî tê nirxandin û Endezyarên avahîsazî tînin ziman ku divê hişmendiya parastina bermayiyên dîrokî jî li civakê belav bibe.
Hevseroka Jûra Mîmaran a Diyarbekirê Selma Aslan daxuyand ku wek jûra Endezyarên Avahîsazî ew jî dixwazin, di wan nûjen kirinan de, hevkar û daxilbin da ku piştrast bin ku ew nûjen kirin jî li gor pîvanên wan şûnwaran tên kirin.
Selma Aslan ji K24ê re diyar kir: “Teqrîben salekî ye li kelayê û nav kelayê nûjenkirin tên kirin. Ji bo ku em bizanin ka ew nûjenkirin çawa tên kirin, divê em jî kar û xebatên ku tên kirin bibînin. Me wek koordinasyona bajêr serîlêdan kir ku em jî daxil bibin, lê ew daxwaza me nehat pejirandin. Lê rastiyekî jî heye ku bi rastî jî nûjenkirin ji bok ela û bircên Diyarbekirê pêwistbûn. Daxwaziya me ew xebat jî baş bên kirine.”
Rêvebirên saziyên sivîl balê dikşînin ku bermayiyên dîrokî beriya nûjenkirinê divê bên parastin û loma jî divê xebatên civakî jî bên kirin da ku welatî zirarê nedin wan bermayiyên dîrokî.
Endama Rêvebiriya Jûra Mîmaran a Diyarbekirê Rûken Aydogdû jî da zanîn ku beriya her tiştî divê bermayiyên dîrokî bên parastin û yên têk diçin nûjenkirin jî gelek girîng e.
Rûken Aydogdû destnîşan kir: “Parastin û nûjenkirina ciyên dîrokî girîng e. Nûjenkirina sûrên Diyarbekirê jî bi ser şaredariyê ve tê birêvebirin, lê divê sazîyên endezyarî di serî de, bi saziyên sivîl re jî hevkar û hemaheng bê meşandin. Gelek bermayiyên dirokî têk diçin, di vî warî de pêwistî bi zêdetir xebat û zêdetir butçeyan heye ku ew bermayî têk necin.”
Rêvebirên Şaredariya Diyarbekirê û projêyên nûjenkirinê jî daxuyandine ku dê proje û xebatên parastin û nûjenkirina ciyên dîrokî de berdewam bin.