Pervîn Buldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, di konferanseke jinan a li Enqereyê de ragihand, ji 13ê Îlonê ve tu hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û ji ber vê yekê di pêvajoyê de xitimînek çêbûye.
Pervîn Buldanê îro 1ê Mijdarê li Enqereyê di Konferansa Jinan got: "Di salên 2013-2015an de pêvajoyek hat meşandin, lê mixabin bi rengekî hat qedandin. Li pey wê pêvajoyeke 10 salî ya şer kete navberê û me 10 sal winda kirin. Lê belê di salên 2013-2015an de destkeftiyeke mezin hebû; mirov nedimirin û canê kesî nediçû. Ev ji bo me qazanca herî mezin bû. Niha jî pêvajoyeke nêzîkî du salan heye û dîsa însan jiyana xwe ji dest nadin. Ev yek gelekî biqîmet e, çimkî jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e."
Buldanê her wiha destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de sê aktorên sereke (Erdogan, Bahçelî û Ocalan) hene, lê şert û mercên wan wekhev nînin: "Birêz Ocalan ji odeyeke girtîgehê hewl dide vê pêvajoyê bi rê ve bibe, lewma di bin şertên wekhev de naxebitin."
Endama Şandeya Îmraliyê da zanîn ku hevdîtina wan a dawî bi Abdullah Ocalan re di 13ê Îlonê de pêk hatiye û wiha pê de çû: "Ji wê rojê heta niha tu hevdîtin nehatine kirin. Ji ber vê yekê astengî û xitimînek heye."
Li ser guhertina destûra bingehîn, Pervîn Buldanê da zanîn ku ji bo wan pêşengiya sereke aştiyeke mayinde ye û got: "Welat hîn jî bi destûra darbeyê tê birêvebirin û pêdivî bi peymaneke nû heye. Lê destûreke nû tenê bi lihevkirina tevahiya beşên civakê dikare were nivîsandin; lewma ya herî girîng dîtina rêyên çareserkirina vê xitimînê ye."