Wek dilsoziyekê bi Messî re, Barcelona kirasê hejmar (10) radike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek dilsoziyekê, tîma Barcelona kirasê hejmar (10) ê ku efsaneya Argentînî Lionel Messî li xwe dikir, di vê werzê de nede ti yarîzenekî din.

Rojnameya Katalanî "Sport" duhî Çarşemê ragihand, tîma Barcelonayê biryar daye, kirasê hejmar (10) ê ku kaptanê berê, Lionel Messi li xwe kiriye, ragire û di vê werzê de nade ti yarîzanekî din.

Lionel Messî piştî yarîzanê Brazîlî Ronaldinho, 13 salan kirasê Barcelona ê hejmara (10) li xwe kiribû, berî ku di hefteya borî de tevlî tîma Paris Saint-Germain bibe.

Nûçeyek hebû ku Barcelona dê kirasê hejmara (10) pêşkêşî yarîzanê Brezîlî Felipe Coutinho bike, lê rojnameya Katalanî tekez kir, heta ku Coutinho bi Barcelona re bimîne jî, dê wî kirasî li xwe neke.

Li gor biryarên La Liga, nabe ti kiras werin ragirtin, ji ber wê dê kirasê hejmar (10) li Barcelona bimîne, lê di vê werzê de tê neyê lixwekirin, eger ne bi neçarî be.