Nûnerê Amerîkî ji bo “Diyaloga Kurdî” bi ENKSê re civiya

Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê ligel ENKSê civiya û binpêkirinên li dijî ENKSê hatine kirin û pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî guftûgo kirin.

Civîna Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein bi ENKSê re li baregeha ENKSê ya Qamişlo / Arşîv
Civîna Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein bi ENKSê re li baregeha ENKSê ya Qamişlo / Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein ligel ENKSê civiya û binpêkirinên li dijî ENKSê hatine kirin û pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî guftûgo kirin.

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, piştî vegera Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein, îro li ser daxwaza wî civînek online di navbera wan de hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di civînê de binpêkirinên li dijî ENKSê hatine kirin, pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî û riyên berdewamiya diyalogê hatin guftûgokirin. Her du aliyan jî li ser berdewamiya pêwendiyan li hev kirin.”

ENKS û PYNKê ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de dikin, lê demek e danûstandin rawestiyane.

David Brownstein jî di Mijdara 2020an de cihê Balyoz William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ye.

Fly Erbil Advertisment