Şûngirê Messî, Barcelona ji têkçûnê rizgar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şûngirê Messî, tîma Barcelona ji têkçûna li hemberî Athletic Bilbao rizgar kir.

Di duyem yariya werzê îsal ya La Liqa Îspanyayê de, tîma Barcelona li staduima San Mames a Bilbao rûbirûyî Athletic Bilbao bû û bi encama 1 – 1 ji têkçûnê rizgar bû.

Athletic Bilbao gola xwe d xuleka 50 de bi riya Înigo Martînez tomar kir, piştre jî yarîzanê nû yê Barcelona Memphis Depay gola wekheviyê di xuleka 75 de tomar kir.

Bi vê wekheviyê, puanên Barcelona ji serkeftin û wekheviyekê bûn 4 puan.

Athletic Bilbao jî piştî wekheviyan, 2 puan ji du yariyan bi dest xistin.