Qehremaniya Kîk Boksîngê ya Erebî li Duhokê li dar dikeve
Navenda Nûçeyan – Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, Qehremaniya Kîk Boksîngê ya Erebî li bajarê Dukokê li dar dikeve. Qehremanî 4 rojan berdewam dibe û 11 hilbijarde û 24 tîmên welatan tê de beşdar dibin.
Ji bo cara yekem Qehremaniya Kîk Boksîngê li Herêma Kurdistanê li dar dikeve. Ev çapa 12emîn a vê qehremaniyê ye û ji îro 26ê Tebaxê destpê dike û 4 rojan berdewam dibe.
Serokê Federesyona Kîk Boksîngê ya Iraqê Qasim El-Wasitî derbarê vê qehremaniyê de ji K24ê re got: “Spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku gelek karasanî ji bo amadekirina qehremaniyê kirin. Em dilxweş in ku ev qehremanî li Herêma Kurdistanê li dar bikeve.”
Qehremaniya Kîk Boksîngê ya Erebî bi beşdariya 11 hilbijarde û 24 tîmên welatên Erebî li dar dikeve, di nava wan 3 tîmên ji Herêma Kurdistanê jî hene.