Hilbijardeya Almanya gazî lîstikvanê Kurd Mehmûd Dawûd dike
Lîstikvanê Kurd Mehmûd Dawûd ji bo bi hilbijardeya Almanî re di lîstikên Mondiala 2022 de bilîze hat gazîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rahênerê Almanî Hasni Flick gazî lîstikvanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û stêrka Borussia Dortmund Mehmûd Dawûd kir, da ku bi hilbijardeya Almanyayê re di qonaxên bê yên Mondiala 2022an de bilîze.
Hilbijardeya Almanyayê dê bi Lîhtenstein, Ermenistan û lcelandê re bilîze, ji bo cara yekem jî Mehmûd Dawûd (Mahmoud Dahoud) dê bi Almanyayê re bilîze.
Mehmûd Dawûd ji bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û bi malbata xwe koçî Almanyayê bû û regeznameya Almanî hildigire.
Berê jî Mehmûd Dawûd bi hilbijardeya Almanyayê re di çend lîstikên dostane de lîstibû, lê eger di lîstikeke fermî de bilîze, dê wê demê nikaribe bi hilbijardeya Sûriyê re bilîze.
Mehmûd Dawûd 25 salî ye û niha li Almanya bi Borussia Dortmund re dilîse, pêştir jî bi Borussia Monchengladbach û Fortuna Dusseldorf re û bi Hilbijardeya Neteweyî ya Almanya ya bin 21 salî re lîstibû.