Lîstika Brezîl û Argentîn bi awayekî sersam hat rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Topapê ya Amerîkaya Başûr (Conmebol) lîstika Brezîl û Argentîn a di çarçoveya Mondiala 2022 de rawestandin, piştî ku berpirsên Wezareta Tendirustiyê ya Brazîlyayê derbasî meydana lîstikê bûn.

Lîstikvanên hilbijardeya Argentîna di xuleka heftem de ji yarîgeha "Arena Corinthians" li bajarê Sao Paulo yê Brezîlyayê derketin, piştî ku dadwerê lîstikê, lîstik rawestand.

Li gor raportên medyayî, berpirsên Wezareta Tendirustiyê ya Brazîlyayê di xuleka 7 de derbasî meydana lîstikê bûn û di çarçoveya rêkarên Koronayê de, daxwaz kirin 4 lîstikvanên Argentînî yên ji Îngiltrayê hatibûn derkevin.

Ev yek piştî wê tê, desthilatên Brazîl rê neda ti lîstikvanekî Argentînî yên ji Îngiltrayê hatine bilîze, ji ber ku Brazîl kerentîna 10 rojan li her kesê ji Îngilrayê bê ferz dike.

Pêştir Konfederasyona Topapê ya Amerîkaya Başûr (Conmebol) gotibû, Brazîl eger rê nede lîstikvanên Argentînî yên Îngiltrayê bên bilîzin, dê wê Brazîl ceza bike.