Pirtûka nû ya Arif Zêrevan derket

Zêrevan di pirtûka "Kurd Miletê Jixwemezintir" de behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike.

Pirtûka Kurd Miletê Jixwemezintir
Pirtûka Kurd Miletê Jixwemezintir

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka nû ya nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevan a bi navê Kurd Miletê Jixwemezintir derket.

Pirtûka Kurd Miletê Jixwemezintir ji aliyê weşanxaneya Hîvda ve hat çapkirin û belavkirin.

Arif Zêrevan di vê pirtûka xwe de hişê xwe û qelema xwe di asteke bilind de bi kar tîne û behsa miletê kurd yê jixwemezintir dike.

Zêrevan di pirtûka "Kurd Miletê Jixwemezintir" de behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike.

Nivîskar Arif Zêrevan bi vê pirtûka xwe balê dikşîne ser wê yekê ku Kurdistan dagirkirî be jî kurd êdî ne miletekî bi gotina klasîk "bindest" in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de êdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e.