Şampiyona hêzezendiyê li gundê xwe di hewşa malê de rahênanê dike

Gulistan Guner xwe ji bo pêşbaziya şampiyontiya Ewropayê amade dike.

Gulistan Guner xwe ji bo pêşbaziya şampiyontiya Ewropayê amade dike
Gulistan Guner xwe ji bo pêşbaziya şampiyontiya Ewropayê amade dike

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê keçek bi navê Gulistan Guner di warê werzîşa hêzezendiyê de deng vedaye û şampiyontî bi dest xistiye. Gulistan Guner li gundê xwe bi derfetên xwe yên kêm niha xwe ji bo pêşbaziya şampiyontiya Ewropayê amade dike.

Gulistan Guner 20 salî ye. Li Gundê Pîr Ehmed ê Erxeniya Diyarbekirê dijî. Gulistan Guner her çiqas derfetên wê têr nekin jî meraqa xwe daye ser werzîşa hêzezendiyê û heta di vî warî de bûye şampiyon jî ku xelatên xwe jî li gel xwe digerîne. Werzîşvana serkeftî ji werzîşa hêzezendiyê gelek hez dike û çi dema ku wextê wê çêbe bi derfetên ku wê bi xwe ji xwe re amade kirine xebatên xwe didomîne û rahênanên xwe li gund li hewşa mala xwe dike û herwiha hevalên wê jî di rahênanan de alîkariya wê dikin. Gulistan Guner amaje dike ku wê di demeke kin de kariye xwe di vê werzîşê de xwe pêş bixe û serkeftinan bi dest bixe. û her wiha gelek hevalên wê yên mêr.

Gulistan Guner ji K24ê re eşkere kir: “2  Sal berê bi pêşniyara hevalekî xwe min dest bi vê werzîşê kir. Hevalê min ji min re got hêza te heye, tu dikarî vê werzîşê bikî. Berê qet serê min de werzîşek wisa tunebû. Mamosteyê min jî li min xwedî derketin. Paşê li bajarê Tokatê Pêşbaziya Hêzezendiyê ya Tirkiyê çêbû, di wê pêşbaziyê de di warê destê rastê û destê çepê de ez bûm şampiyon.”

Guner bi salan e ligel malbata xwe xebatkariya demsalî dike û ji bo debarê berê xwe dide bajarên dûr, dema li malê be jî bi xwedîkirina ajalan re û kar û barên rojane re mijûl dibe. Di nav van pirsgirêk û baran de hewl dide ku li aliyekî jî amadekariya şampiyonaya Ewropayê ya hêzezendiyê  bike.

Gulistan Guner dibêje: “Di 24ê Cotmehê de Şampiyontiya Ewropayê ya Hêzezendiyê heye, li Lîtvanyayê ye. Hêvî dikim di wê pêşbaziyê de bibim şampiyon. 12-13 sal in ez diçim bajarên wek sakarya, afyonê berhevkirina findiq û qeysiyan dikim. Xebatkara demsalî me. Neçar im ku bixebitim. Rewşa me ya darayî ne baş e.”

Şampiyona hêzezendiyê niha li Zanîngeha Sêrtê Beşa Mamostetiya Werzîşê de dixwîne û balê dikêşe ku rikeberên wê di salonên têrderfet de bi amûrên profesyonel rahênanên xwe dikin, lê ew li gund di hewşa malê de amadekariyan dike û dide zanîn ku dema ew bibe mamoste dê bo xwendekarên xwe derfetên baştir dabîn bike.