Li Rûsyayê firokeyeke leşkerî ket xwarê

Li nêzîkî bajarê Habarovsk ê Rûsyayê firokeya leşkerî ya veguhestinê ya cûreya An-26 ket xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Habarovsk ê Rûsyayê firokeya leşkerî ya veguhestinê ya cûreya An-26 di dema ceribandina amûrên pêwendiyê de ket xwarê.

Hat ragihandin ku di firokeyê de 6 kes hebûne, lê belê li ser aqûbeta wan kesan zanyarî nayên zanîn.

Rûsyayê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Lê belê ji ber şert û mercên dijwar ên keş û hewayê û ji ber tarîbûna hewayê, xebatên lêgerînê zehmet bûne.