Hakîmî PSG ji dafa wekheviyê rizgar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Achraf Hakîmî di xulekên dawiyê yên lîstikê de golek tomar kir û Parîs Saint-Germain (PSG) ji wekheviyê rizgar kir.

Di çarçoveya gera heftem a Liga 1 a Fransî de, tîma PSG bû mlvana Metz û bi encama (2 - 1) bi ser ket.

Di xuleka (5) de lîstikvanê mexribî Achraf Hakîmî gola yekem a PSG tomar kir, lê Metz di xuleka (39) de bi riya Boubacar Kouyate gola wekheviyê tomar kir. Di xuleka (90+5) de û dema lîstik ber bi dawiyê ve diçû, Hakîmî bi tomarkirina goleke din PSG ji dafa wekheviyê rizgar kir.

Piştî lîstikê û di konferansa rojnamevanî de, rahênerê PSG Mauricio Pochettino pesnê stêrka tîmê xwe ya mexribî da û got: “Ez ji bo Hakîmî pir kêfxweş im, ew lîstikvanekî ciyawaz e, di xêza berevanî û êrişê de bihêz e û golan jî tomar dike.”

Bi vê serkeftinê, PSG di rêza yekemîn de puanên xwe derxistin 21 puanan, Metz jî bi 3 puanan di rêza dawî de ma.