Pele pîrozbahiyê li Messi dike û lêborînê dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Efsaneya topapê ya Brezîlî Pele pîrozbahî li stêrka Argentînî Lionel Messi kir, ji ber rekora wî ya golên navnetewî li parzemîna Amerîkaya Başûr şikand.
Di heman demê de, Pele lêborîna xwe xwast ji ber ku wî dereng pesnê wî daye, ji ber ku wî neştergeriyê li nexweşxaneyek Sao Paulo kiriye.
Stêrka Argentînî Lionel Messi yê vê Havîn ji tîma Barcelona çûye PSG, di lîstika hilbijardeya xwe li hember Bolivia de 3 gol tomar kirin û hejmara xwe golên xwe yên li parzemîna Amerîkaya Başûr gihand 79 golan.
Messî bi vê yekê, rekora bi navê Pele hatibû tomarkirin ku 77 gol bûn, şikand.
Pele lêborîna xwe ji bo derengmayîna naskirina destkeftiya Messi xwast û wêneyeke stêrka Argentînî li ser malpera "Instagram" weşand.
Pele nivîsî jî: “Min nikarî bû zûtir pîrozbahiya li rekora te bikira.. Behreya te seyr e.”
Li gor keça Pele Kelly Nascimento, Pele yê 80 salî hîn li nexweşxaneyê ye û rewşa wî cîgirtir dibe.