Li çiyayê Korek festîvala Firîna Payîzê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li çiyayê Korek ê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya 5 tîmên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê, festîvala Firîna Payîzê hat lidarxistin.
Di vê festîvalê de 100 werzişvan ji tîmên Mûsil, Duhok, Koye, Silêmanî û Hewlêrê beşdar bûn. Werzişvanê beşdarî festîvalê bûne, ji bilindahiya 500 ta 950 metroyî firiyan.
Cîgirê Serokê Tîma Hewlêrê Kurdiwan Neqşebendî ji K24ê re got: “Me li gelek welatan beşdariya vê werzişê kiriye. Tiştê li welatên din dibin, heman tiştê ku li vir dibe ye, lê tenê ew zêdetir girîngiyê didin vê werzişê. Em bi hêvî ne çend cih li Herêma Kurdistanê li ser nexşeya vê werzişê were destnîşankirin, ta ku vê werzişê ji xwecihî bikin navdewletî.”